ÊŞÎYA DÛRÎ
Bekir Darı
 

Prolog

Sevgili Mıla, bana bu yazıyı malperde yayınlama fikrini ilettiğinde, sevindim. Şimdiye kadar türkçe yazılmış yazılarım yayınlanmıştı. Halbuki uzun bir dönemden beri kürtçe yazmaktayım. O halde bizim malpere de bizim lehçeden güzel kürtçemiz yakışır dedik.

Bizim toplum anlatım dilinin en şahâne örnekleri ile dolu olduğu halde yazım dilimiz  yeni tomurcuklanmakta, hepimize düşen görevde yazım dilini geliştirip çağdaş düzeye ulaştırmaktır. Doğal olarak bunu yaptığımızda tökezlemeler, düşüp-kalkmalar olabilecektir. Yani yazılarımız belli bir süre, çocukluk hastalıklarını taşıyacaktır. 

Yüz koyunu olan hangimiz,
birini kaybettiğinde doksan dokuzunu çölde ıssız bırakıp o kaybolanı bulana kadar aramaz?

Lukas


Her ne kadar diğer dillerde (Türkiye de Türkçe, Irak ta Arapça, İran da Farsça ve Avrupada da herkes bulunduğu ülkenin dilinde) yazıyorsalar da, arzumuz bütün yazım dilimizin  kürtçeleşmesi.

Ortakpaydamızın kürtçe olması lazım ki hepimiz birbirimizi anlayalım. Yanlız biribirimizi anladığımızda oluşan harmoniyi başkalarına da anlatabilir bu sayede sorunlarımızı daha da geniş bir alana taşımış oluruz. Bu evreyide kendimizi sıkmadan yani güle-oynaya, zevk alarak atlatmalıyız, en nihayetinde hepimiz bulunduğumuz ülkenin dilini bilmekteyiz. Yani yanlışda yazsak sonradan düzeltmek amacıyla devam etmeliyiz.

Klasik kürt yaşamıyla modern yaşam arasına sıkışmış orta yoldayız. Bizim gerçeğimiz bu. Bence, bu gerçekten hareket edersek, daha rahat ederiz. Bazılarımız için geleneksel kürt yaşamı = çobanlık, eski zamandan bahsetmek ve masal anlatarak, eşek  sırtında, besicilik, rencberlik v.b gerçek yaşam şekli, bazılarımız için ise araba sırtında şâşâlı bir hayat, televizyon, disko, para v.b.

Tek başına iki yaşam şeklide eksiktir. Çünki içinde bulunduğumuz dönem iki şeklin birleştiği, arabayla-eşek, televizyonla-masal anlatma, çobanlıkla-disko birleşimidir.

Kültürümüzü = günlük yaşamımızı anlatırken anadilimizi kulanalım diyeceğim ama diyemiyorum. Çogumuz kürt olduğumuz halde anne-babalarımız başka dil (Kırşehir Kürtleri için Türkiyede Türkçe), konuştuklarından anadilimiz değişmiştir. Kürt diasporasının kaderi.

O halde dilimizi öğrenmeliyiz ki kendimizi anlatalım, ancak kendini anlatan toplum başkalarınca da anlaşılır.

Yukarıdaki örneği dünyanın diğer ülkelerinde yaşayanlarımız içinde geçerli olduğunu varsaydığımızda felaketin boyutu ortaya çıkıyor. En basit bir örnek; bulundukları ülkenin dilini konuşan Kırşehir Kürtlerini Ziyaret Tepesinde yada Şuayıplı’nın barajında eğlenmek için biraraya getirsek konuşacak ortak dilimiz (Kürtçe) yerine başka bir dil (ingilizce tahminen) konuşmak zorunda kalacağız.

Bütün bu endişelerin üzerine anlatım dili sahibi yaşlılarımızında giderek azaldığını eklersek, zamanın Demoklesin kılıcı gibi ensemizde sallandığını göreceğiz.


Heyder, anlatım kültürümüzün son birkaç kişisinden biri olduğundan dolayı onu seçtim. Anlatımı kürtçe idi. Umarım, kalan diğerlerine de ulaşır onları da yazılı bir anlatımda zikrederiz.

Biz ışık verirsek karanlık kendiliğinden yok olacaktır.

Dostça selamlar.


 

ÊŞÎYA DÛRÎ

Bî dorê bi dorê,

ne bi zore.


Ku meriv ji Kirşêrê, biderket rêke dûz, rehet û fereh -mîna qederê qalewa,-direj dibê berva Enqerê. Rê, ku hatê nav Özbaxê, doralîyê tijî ker, kûçik, dûkan, rêxistinên sebze, kelek-zebeş û ê keleş dibeç Mîna cihê mahşerê. Ji Özbagê, bi şunda. rehetî dikevê bedenê rê, û mîna marekî dixuşe, hetanî binî Pizbênikê, Ji vir bi şunde, rêka zirav, xar-xûrtik -mîna qederê xizana-, di binî Pizbenikara berva gundê tirka, Hassöyük, Üçler û Dulkadirli çerx dibe. Tabira, li sinorên va gundana, piştê xwe dayê doreçîyayê bilind, mîna kalekî sêsed salî, westî li dinê dinêrê. Ji dûrê de, camîî û xanîyên ser bi kiremît, di bin royê de, dibiriqin. Kêlekê xwe danîne kêlekê gom û axirên kewn -mîna govenda ku, kal û xort bikşînin- direj bûyê hetanî navke çîye.

Her ku, wesayît nêzikî gund bû, teferuat û tekilîya bîna, heywan û, însanan giran giran ji bin toz û şewqê ro, bi derdiket.  Li axzê rohelate gund, goristanê xwe dirêj kirîyê, hetanî ser rê ya ku dikeve naw gund. Li hemperî goristanê kanîka çê. Min li ser wê kanîyê wesayît dawestand û fatîhek xwand. Ji avê sar û pakij, -mîna ruhên mirîyên ezîz- qultek vexwar.

Ku ez ketim naw gund, doralîyê min tijî kurik bû. Kurikên xizan, devru naşûştî, kinc dirrî, belengaz. Ji dinê bêxeber û ji qelewtîyê we, bêpar. Lê, tijî omid, bi şayî û lîstik, bazdidan. Mîna dilê min. Ê, ku di qefesa sîngê minde bazdida, hesreta bîst û çar salan. Yas û şawata bîst û çar sala di hev gerîya û tew-hew bû. Bû qirrînî, qirrînîya ku erd û ezman hêmbez kir. Bû jîyan, li ser xalîya hîşk belew bû. Bû heşinî, bû şewqa ro, bû av, dilopkir ji çavê min de, mîna av û hayat, bû kaserêk, kaserêka ku di deşt û newalên çîya de xwe kişandê serhew -mîna berxê li ber kozîyê-, raket. Bû mizgîn gehişte dayka min...

Dora dina ro, bi şafaqêra ez bi xwe hêsîyam û derketim derva. Nezerê min li ser gund -mîna, dayka ku serî kurikê xwe mist bide-, çerx bûn.
 
Ro, cihê ku jê derkewe, zer, sor û pembe kir. Mîna bêşika ku -bi oya, neqiş, sinc û morîyên çava- xamilî, hate dinê. Wek dergûşa ku derîya wî, çend sal in tê çavkirin.

Gollî, Sêrek, perrekî Şayîplîyê, di binî şewqeka sor da com bûn. Serî gazê, li perî gund, axzê Zîyaretê, wek orxana bineqiş, biriqî. Ji bin we cumbuş û şematê renga da, dengekî mîna ku hezar salî di binî erdê da maye. Û, îro ji bin xalîyê biderdikevê. Mîna ba kî, hezar sal di hundirê xwe de sekinî û îro, ji wir derdikewê, germ û şiha... Mîna aveka, ku hezar salî di binî çîya û zinaran de digeri û îro rêya xwe dît û îro bi derkewê, bi newalan de bixuşê. Xûşîya, gêhişte min.

Heydik pezî xwe fît ke
Derî gomê xwe kilît ke
Cotek memkê yarê
Ji pezî xwe re, bi çang û zîl ke

Dînê, dînê min mihelînê
Serî li xwe li min megerînê

Xuwedê miradê min û te bikira
Min ê berefkira şeva înê
Me cî yê xwe dînana ber kulînê
Dînê tu e qaltax î dînê
Di dest xwe da dixelînî
Serî li xwe li min digerînî

Dînê, dînê min mihelînê
Serî li xwe li min megerînê


Ez, di cihê xwe de camidîyam, bûm buz. Bi deng ra rîtm û awakî yêk, zîl-zangil û kalîna berx-kara tew-hew bû. Wek, orkestraka sînfonî. Tinnî û awazê orkestra germ, ez hêllandim...

Heyderê Hewşîn, kilam birrî û silaf da min.
»Ebo, tu bi xêr hatî!«
»Bi xêr û silamet Heyder! Destê te paç dikim. Çing î? Rind î?«
»Erê, erê! Pez î danawestê, li qusûrê mêzimake! Ku tu dixwazî, îro were ba min, em ê bavênî şorê.«
»Tue, bi kîjan hêlê de harî ?
»Were, Gomê Kuşê, ez î li wir im.«
»Ee, de ma oxira te û pezî te, vekirî be.«

Ez, dîsa runiştim. Xarzîyê min, ji min ra qahve anî, di guhê min de tinnîya dengê Heyderê Hewsîn, mîna dengê gulbangekî...
Dew-dewî nîvro ez ji mal biderketîm, Tabira, sê alîye xwe çîya ne.  Ez, giran giran -mîna kurrikê ku bi hembêzê dayka xwe dê helkişe û ji pêsîrê wê şîr bîmeje- helkiştim. Nêzikî serî çîyê solix li min qedî. Ez li ser zinarekî runiştim û cixarek wêxist, bakî germ û xuwerde, dûmanê cixarê, berwe gund belaw kir. Gundê Tabira, li binî lingê min xwe dirêj kirîyê, mîna pisikê li ber arê kullînê, boça xwe kişandîyê ber pozê xwe, xore-xore rakêtîyê. Di binî gund ra deştekê dirêj dibê, heta Sêrek, Sura, Xelledîna  şunda  bi şefaqê ra dibe yêk û digêhişê ezmanê.


Wexta, ezî kurik bûm, min bi hevalan wa Hingijo(kevir) lûl dikirin, ji va çîyana da. Li wê deştê, nuha li binî lingê min, em li hespa sîyar dibûn, mîna têllazakî difirîyan, şen û şayî... Îro, di navberê me re sî û sê sal wenda ne. Sî û sê salên ku bêşewq, bêjîyan, mîna çikina pîrekê, girêdayî  heta axîretê... Sî û sê salên ku mîna agirê cixarê bedena min dişawitîne. Qîrrînîya min, a ku kes nabihîze çima guhê min, ker(sagır) dikê...


Ez, gêhiştime ser Kanîyê Kuşê, -kanîka av pirr û bi çar hawza- rûniştim.

Mişkek rabû ser lingê paşi bi wît-wîtekê silaf da min.

Berê, me wa mîşkana digirtin û qoşe arabe dikir û bi wan dilîstin.

Ez di binî fikir û ramanan de mayî bûm.


Bizinek, hate ser hêwzê kanîyê, hîn ku dewê xwe bi avê nakir li min dinêrîya, bî şewqeka kesk, mîna nûrê di çeroka de.
Şunda, kerîyê pez û di dû wan re, Heyder li ser kerê, li kêlekê wî du kûçik, yêki reş û yêkî sîpî.
Heyder, pez azar kir, hate herdê min. Min, destê wî paç kir. Ji xoş-bêş bi şûnda got:
»Te, ji zûwa yê ku çayê çollê, wenexwarîyê! Çaye bi agirê kuşkûra.« Çavên xwe hêşin dibiriqîn di bin burîyê gewr de, nezarê wî ê şilbûn.
»Çi derawe bikim! Dilê min î dixwezê emma... tu ê zahmet nekî.«
»Ew, çi sor e! Zahmet çî ye?
Dengê wî ê nerm, mîna herîr bi derkêt û rabû. Ji têrrê çaydan û hacetên -berdax, çay û şakir- çayê bi derxist danî erdê û çû ku kuşkûra berefke. Ez jî rabûm…
Bi titizîke mezin -mîna mîmarê ku bînakê çêke-kuşkûr danîne serhew û agir berrêda, hat li hemperî min xwe dirêj kir. Ew şewqa hêşin hin ê li ser nezarê wî digerîya. Di binî sewqê de, mîna çilkek toz, pirs û meraq hêbûn.

Ro, mîna ku guhdarî ye sohbetê me be, li ser me dawestîya. Bakî siviq, li ser herîya pêz çarx dibû.

Heydêr, pelgên zarmasîkê rûçikand, di navberê tillîyê xwe da guwişt û bîhnkir. Bîhneka rind di binşewqa royê de belaw bû. Bi dengekî masum, got:

»Tenîkê qalê Elemanyê bike. Tu, li wir çi dikî, çi nakî?«
Dilê min, nedixwast ku ez strês û şematê Alamanya wûnim û li vê çollê belawkim. Bi taybetî, ez ji wî welati riwîyam û tiştekî ku ez bahskim tunabû.
Min got: »Ma Almanya li wir bimê! Tu, qalê xortîya xwe bike. Ew kilama ku tê îro sibê da digotî, mazî û sebeba wê çî ye? Bi zahmetî xwe, ji min ra qalê wê bike.«

Heyder livî, mîna ku ji kozîyê di bin çaydên de çilkek agir bi bedena wî de nîşt û ew şewitand. Ez, poşmam bûm. Min xwest ku pirsê xwe bi şunda helînim û min got:

»Herhal, birine te yê hîne acer in! Tu, naxwazî bahsê bikî ? «
Ez, li şoreka munasîp digerîyam ku dilî wî helînim. Ketê navberê;
 »Ez ê qalê bikim emma... tirsa min... » Çavê wî, li ser girî Gomê Mahmedê li noqtekê dawestîyan, keserek kişand, »Tirsa min... Ez her ku ez bahsê wê dikim. Ezî, ji nû de dişewitime, kelgîrî dibime, mîna ku misteq dikevê qirrikê min, deng ji min dibirînê, Ez î, bi şu nakime ku dengê xwe bi derxim...«
Çavê wî li wê noqtê girêdayî man, Ji nişkava, dengekî temîz, bişewq û tijî alaf li çolê belaw bû. Kûçike sipî, liser lingê Heyder mexel hat û çavê xwe kirine çavê min.

De lê dayê, de lê bawo
Min pez çêrand li ser angawo
Ez, gerîyam li serî çîyawo
Siheka xwe çêkim bi kulawo

Dînê, dînê were min bihewîne
Sêri li min li xwe megerîne

Nave rinda min Xacik e
Kitanê li seri yê bi gulik e
Destî xwe di destî min ke
Ku hukumat rabe tiştî nake

Dînê, dînê were min bihewîne
Sêri li min li xwe megerîne


Heyder, destê xwe ji belkî guhê xwe danî, serîyê kuçik mist da, -mîna ku gullîyê Xecikê mist de- î kelgirî bû...

Ew hesret û eş bûmist kete qirrika min, deng ji min biderneket. Beqekê xwe avite hewzê kanîyê, doralîyê hewz şilkir, mîna çavên min...

Ji axzê Kanîyê Hesen de çand qaraltî yê bi fîstan xayî kirin. Ji axzê gund de gurre-gura traqtorê û wagona wê tijî qîlle-vîlla, xort û keçika bû. Heyder, çavê xwe -hînê bi kelgîrî, hînê şil-danî ser wagonê, mîna ku hesretê xwe li wagonê bar ke û bişîne welatekî dûr, ku ji wê xalas be. Xwe, çirpand û got:

»Wana ji kê bîst ku tu î li vir î?«

Mecale min tunabû ku ez bersiva wî bidim. Ez î hellîya bûm, belaw bûm mîna mûyên li ber bakî  şen , mina mûyên porê Xecikê ku di binî şê de xellî û tev li hev... derîya şê kirinê çav dikin…

Xelkê gund, direjbû hatê ba me. Çol di bin rindî û rengê wan de xemilî mina buqa ku, di hambêzê zêve kevê. Li axzeka kanîyê, pez û bizinê narîn, çav hêşin, berî belek, li axzekê, keçikên fistan bineqiş, çavbiken û tijî heyat, şên û şiha. Li axzê din, çeyir, gul û sosin bi bîhna mîskember. Li ser me, ro dikenîya û em bi wê ra dikenin. Ezmanê em helînanî bin fîstanê xwe ê hêşin...


Mer, xort di sîya wagonê de kêlek danîne kêleke hev rûniştin. Çay wedixwarin.

Jin û keçik, di naw mujîlîka tîrrde bûn. Hena, agir zêde dikirin, hena, sînî û beroş dişuştin, hena, sebze hûr dikirin.

Heyder û ez, em ê hîn li kêleka agirê kuşkûra rûniştî bûn. Ez di bin hîssên gûrûr û heyêcan de dihezîyam.


Min nedixwest ku ma va xewna biqedê. Heyder, çavê li ser we şemate û hereketîya bideng, bican û şîrin, ji min pirsî;

»Tu ji goştî berxa hezdikî ya jî, ji goştî kara?«
Bi dengê Heyder ra, bereber nezer giş çerxe ser min bûn. Min nedixwest ku ma xun, di wê şênayîyê bigerê:
»Ez, ji bo kilam û sohbetê tê yî xwaşik hatim, ne ji bo goşt û xwarinê!..«
Ji bini wagonê da dengekî birçî û bêfer: got;
»Sohbet dîsa bikin. Li hêlê sohbet ku goşt jî bû ji tamê nê xwarinê.«
Nezarê Heyder, çerxe sîya wagonê bûn. Mîna ku, tiştekî bi xof î di binî wagonê da yê lê mezakir. Şun da, nezarên wî yê nerm, yêk bi yêk li ser herîya pez çerx bûn:
»Yêk, ji we bi min ra were, ku em karekê şerjêkinî!«
Mîna, Hz. Ebrahîmê ku lawkê xwe şerjê ke kete naw karikê xwa, yêk bijart... kareka reş... di destê cellatê xwe da... gewr, gewr dikenîya...  di stuyê wê da bûqêtek sor-sor dibiriqî.


Baran barî ewra deng da
Keskesora bi hevra reng da
Dilê panzdeh salî ma di hev da

De mere min ji bîhr meke
Min bi bazingê pîyê xwe ke
Her ku hatim bîhrê te
Rindam biser da mezike

Lê Hîcretê, lê Hîcretê
Rindam derket ji qudretê
Bejne we wek dara zîyaretê

De mere min ji bîhr meke
Min bi garê guhyê xwe ke
Her ku hatim bîhrê te
Rindam bi ser da mezike

 
Cemaet, çing ji nişkava hatibû, weng jî ji nişkava çûn. Heyder, dîsa çay çêkir. Pez, ji mexel rabû, mîye ku lingên wan qerrisîn xwe leqandin û dev bi çêrê kirin.

Heyder, bardaxê çayê direje min kir. Bi sewteka xarîp, mîna sîyê çalîka li çollê, bi tenê, di binî germa havînê de, got:

»Jîyan ê, eynî mîna îro ye. Mêske, gava dinî, şenayî hebû. Nuha, bêdengî û issizî yê...-deste xwe dirêj kir bi ser çolê da -, eger, ku te guh da ser, jîyanê berdevam dikê. Wexta ku ez awitime hepsê (Heyder, jı bo hıngekî di nawberệ xwe û yekî ji Konye, ketibû hepse.18 mıha di hepsêda ma. Jı bo we dergîsta wî dane yekî dı.), min bi xwe, bi xwe ra digot; ez ê di wir da bimirim. Bi min weng dihat, mîna ku ez î, tim dî binî şevereşîkê da mabûm. Ema, agirê evînê, ê ku ez dişawitandim, ji min ra bû işiq. Rê, li ber min vekir û ez xelas kirim. Ez î nod û heşt salî me! Umrê min î li çollê derbas dibe. Her ku ez raste tiştekî rind hatim, gulekê, têrekî, yan jî bîhneka xweş, ew ê tê bîra min. Her ro, hîna bike, her ro bi wê hesretê, hezar carî dişavitime… ê ku bûne sebeba me, nuha di agirê cihennemê da dişewitine. Ez î ku hîn çiqes we çillê bikşînime Xudê dizane... a ku ez dizanim, ew e, rokê pêş da, di we bigehişim û kozîya agirê dilê xwe vemirînim... «

Çavên wî, li ser kozîya di binî çaydên da sekinîn. Şewqa heşîn, a li ser nezêrê wî, çerxe rengê xalîyê bûn. Boz-boz mêzi dikir.

Ro, li ser çîyayê Bûzluq, tenîkê dawestî û ji me -bi şawqeka romantîk- xatir xast û vemirî. Heyder rabû.

Ker, bar kir. Ji min pirsî:
»Tu yî ku çi bikî..? Herî gund?«
»Ez î li kêleka wî agirî rûnime... gund... na, na...«
Kulavek, ji ser kerê danî û li erdê rêxist. Got;
»Şevê me ê sar in, wekê bûz in... Ji ê bi tenê ra, wekê bûz. Tu ê biqafilî..«
Bi qiwraxîya xortekî, li kerê sîyar bû.
»Hîn ku pez, di seri neqebê ra  wernegerî, ez tê bigêm. Ma şava Xudê, li te xaş be!  

Ez, di binî ezmana tarî, tiji sterk da, li kelekê agir rûniştim.

Heyv, -Mîna, mihîneka qemer, nû ji avê derketî, işiq li ser mûyê wê dibiriqîn- bi derket. Ji dûrê da, zûrrînîya rûvî, silav da heyvê. Gulbang û beqa, ji min ra, çêrok digotin. Çêroka min, çeroka ku çend sed sal in tê gotinê…

Di binî kulev da, Ezî, ji xwe bawer bûm, li welatê kal û pîrê xwe me. Ez hêlîyam, di binî şevqa sterk û hêyvê da, bûme yêk, bi unîwêrsûmê ra. Dilê dinê di qefêsa sîngê min da dawit...





Xewê,  ez  ji vê dinê kişandim- mina disekî-birim, dinya xewn û xayala…

            


 
Malpera Kurdên Kirsehîrê © 2005
Design by Xalîkan