NEWROZ

Cüneyt Dağdalan


Sado zu rabu, çend Ro bun ku, ew li benda Iro bu.

Ji Duh ve hazirîya xwe  dikir. Çiqas Êzing hene li hember Zinarên paş Malê berhevkir.
 
Miçî Alo jî  li der, li ber Enîya Rojê xwe aviti bu ser  Balîfên kevn. Saqoyê xwe yî Çeqer jî kişandibu ser  xwe. Kesekî   ferq nedikir,  radiket an jî  li Gund mesdikir.

 

Mişko, bixwe bixwe got; “çi Mêrekî yarê canê xwe ye...“

Kuçikê wî sê Mehîn  jî li ber Lingên Mişko çerx dibû. Bi şabun a xwe re ne dizanî çi bike. Bi dengekî zirav dikir ewt e ewt... Wî jî dizanîkî Iro Rokê ji Royên xeternas e.

Zevêyên li binî Gund, giran giran Heşin dikirin.  Rewşa vê Mehê mîna Wêneyê ji Zetê(yağliboya tablo)  bû. Wêneyêzetê a  mînak Kurikekî çekirî: Dar çeqerin,  bi bedena xwe li ser Erde ne, lê bê Pelin. û mîna mîrovekî  Destên xwe ji Xwedê re vekirî, çiqulên xwe dirêja Ezmanan dikirin.  Di bin kokê Daran  de, Gîha yên Heşin û  Gîhayên hîşik di navhevdida  bun. . Mînak bêqirarî disekinîn li ba hev. Kîjan diçe, kîjan time hîn nedizanin.

Bêhna Hevayê sar hîn ji Mêrgan neveqetîyayî bû… Li kêleka Zevîyen nû Heşîn dibuyî  Berx diçerîn. Ro yê ji Jor ve   li piştê Berxan dixist, ew jî bi hezkirinekê li ser Gîhan diçerin. Çend Meh bun kû, di hundirda bûn. Ji piştê şil û serpayî şun ve, ew Tîrêjên Rojê mîna jîyaneke nû dibûn.

Li  Jor Gund, çend keç û xort  digihîştin hev. Duyek radibu giran giran û hildikeşt, xwe digihand Ezmên. Mîna xeberekê bu, digot “ werin Şahîyê, werin Dîlanê, werin Bihar a ji paş Payîze...“  Li binî Gund, li ser Rêya di nav Hêrgê û  a  ku Hêrg bi du parî dikir  qereltîya  çend  kesan xoydikir. Ji Gundî din dihatin. Dihatin Dîlanê, dihatin Govendê, dihatin Seyran a Biharê...

Mişko, Êzingên bi Werisekî  ve giredayî  hembizkir û avitin pıştê xwe. Du cara xwe livand, pêşva û paşve xwe  bir û anî û Barê xwe rind bixwe re zeliqand. Kuçik jî, Meresek kirîbu Devê xwe. Ne diewtî. Lê pirr bi xiroş bu. Boça xwe wek  Şivekê ba dikir. Mişko, ji xiroş a wî pirr hezdikir. Bi devekî ken got ; “ de were Misto, em herin.“

Gund di Kortê da bu. Li Jor Gund jî Zinarên wek  „Maqam Odasi“ hebun. Li ser her tiştekî, ku çi mesele dibe bila bibe, li ser Zinaran dicivîn.Iro jî jibo Newrozê xwe gihandibun hev.  Ji ser Zinaran de, sê gundên din jî xoy dikirin. Û Iro jî, Arê Newrozê xwe bi sê Gundên din  ve dıde xoykirin. Ji niha ve, Alavê Ar, gihiştê Ewr. Keç û Xort lihevqelîvî ne. Dilaneka wek Keskesor li sefaqa Gund dest pê kirê.
Dengê Miçî Alo mîna Zengilî bi sûtyê Kavirî nêr ve dihat. Keçikan xwe ba dikir, Tumanê wan lihevdiqelivî û xûyî wan li Enîya wan  dibiriqî. Devî  bi ken Destê xwe dayî bun Destê Xortan. Xortan xwe giran giran ba dikirin. Li Qîzîkan dinehêrîn. Evîndar bûn. Û evînê xwe çêdikirin.

Mişko, bi coş bû. Li şuna xwe nedisekinî. Ar geş dikir. U carna jî diket nav Dîlanê.Û di wê navberê de jî li ser Miçî Alo difikirî; „dêmek xwe jibo Dîlanê amade dikirê ... Way Kalê Ciwan wayy..” 

Keç û Xort, zar û zîç, Pîr û Kal û Malwatên sê Gundan xwe gihandin hev. Şahîyê xwe gihand Ivarê. Newroz gihîşta Dilan…


              


 
Malpera Kurdên Kirsehîrê © 2005
Design by Xalîkan