PIRSA BAVÊ MIN
Bavê min gihîşt rehmê Xwedê. Biqasî du salan bû, ji me bidûrketina wî.
Dixwazim him rûhê wî şad bikim û him jî, kurteçîrokeke ji jîyana wî ya ku ji min re dîyar mayî, binivisînim.
Pir caran mîvan dihatin mala me. Di şevên kur û yên ber bi raketinê de diçûn de qala kurteçîrokên xwe dikirin. Her yekî kurteçîrokeka xwe bixwe hebû. Bavê min jî wiha dest pê kirî bu: “Ez li eskeriyê bum. Nêzikî çar sala bun ku ez Leşker bum. Rojekê, serleşkerê me, ji me gîşkan pirsî; Kî ji nav we tirk e û kî kurd e?"
Ez baverim, kesî qet pirseka wila hîşk ne dipa.Lê dîsa jî min li dora xwe nêrî û min bersiv da: "Ez!"
Serleşker banga min kir. Ez çûm nêzikê wî. Li wir carekê din pirsî; "Tu kurd î yan tirk î?"
"Kurd im, serleşkerê min!" 
Serleşker di nav diranên xwe re pirsî. Sor bû, hêşin bû, biliv lê mezin bûn û rengek çû rengek hat rûyê wî.
Bi alîkarîya du Leşkerên din, bi lêz û bez ez kişandim Oda xwe.
Li ser masê rûnişt û li wir careka din pirsî; "Tu tirk î yan kurd î?"
Min dîsan got: "Kurd im, serleşkerê min!"
Xwedê mezin e, min di jîyana xwe de carna derew kirine. Lê tiştên ku ez wek olê (dînê) xwe pê dihesibim, wana qet pêve bernadim.
Serleşker nîşan da û wana jî li odê ez gerkirim erdê.
Merasên min zûbezû ji lingên min derxistin û hinga min kirin.
Yek, du, se, çar … neh, deh … dehûpênc, dehûşeş… di navbarê de jî dipirsî; "Tu kurd î yan tirk î?" "Ez … kurd im … serleşkerê min!"
Serleşker dengê xwe bilind dikir û wana jî bi hemû quvata xwe li min didan. Min binî l ingên xwe nedîdît, lê rûhê min ji lingên min dikişîya.
Serleşker jî êdî pirsa xwe guhertibu." Bes e yan berdewam!"
"Tu dizanî, serleşkerê min!"
Edî paşiya gotinan hatibu û leşker jî westîya bun. Xwîn, dilop dilop ji Lingên min diçu. Êşê ez gêj kirim. Lê dîsa jî dengek ji min nedihat. Ne nalinek, ne bang û ne jî qîrîn ...

Ê ku ez pê dêşim, ne canê min bû. Min çi neheqî kir ku ez wiha ketim vî halî? Min ew ji xwe dipirsî. Hîn ji nizanim çima?
Ez baver im, serleşker jî bi qîre qîre xwe westîya. Lê tu çareserîya wî jî ne ma bû.
An jî hat îmanê û got; "Lawê min, min pir kes dîtin, pir kesên ku xwe li vê şunê windakirî ... Lê kesên ku mîna te, yên ku eslê xwe ewqas parastî jî min nedît ..."
Destê xwe avit ser milê min û got; "Helal ji te re ..."
Ez jî îro li bersiva pirsa bavê xwe digerim. Wek kurdekî, kurdekî ji welatê Kurdistan “barkirî” û xwe gihandê Qirşehîrê. Ko ev pirsa wî jîyana min guhert. Hîn jî bandora xwe li ser min heye.
Rehma Xwedê li ser te be bavê min. Ez dizanim tu, îşev jî bi hevalên xwe re qala kurteçîrokeka din dikî. Guhê min li ser dengê te ye...
Cüneyt Dağdalan
|