Li baxê min

Cüneyt Dağdalan




 


„ Li baxê min bû zivistan,
........... Çilmisî bû bax û bostan
......................Ey dilberê qa menalê,
................................FeQê Teyra edî kale.”

 


Li gundekî, malek hewu. Ji nav malên din ve dur. Pezên wan hewun. Li zivistanê diketin gom a. Devdevî biharê diçûn çol a.

Kuçik hewun li paş male, li ser sêp . Kesî nedihisiband, ro kê were, ew mal bê xudan bi me. Kesî nedihisiband, rokê were, va mala bê kuçik bi me. Pez, li ber malê neme mexel bin û çira wan êvarê êdin ne ma vêkeve.

Kesî ne digot, rokê were ew mal wêran bime.

Bavkê vê malê êdin bin xwelê de bi me dê a vê malê, li bajarên xelke, di nav kurêkên xwe de razîl bive.

Kesî ne digot, rokê were, çurikên vê malê bişken êdin û avên baranê bikevin hundir û dîvarên malê dilopkin.

Kesî ne digot, mêvanên vê malê cara davîn bun. Wextek cenazeyek ji vê malê rawu.

Kesî ne digot, ber malê êdin ne şijin kirin. Kevrên li erde ketî belkî heştî salî li erdê xwe bimen. Destek tunne be, vî bide ser hefşekê.

Xwedê malê, nêzikê set metroyî ji mal ve dur be. Lê ti caran şûneka serê xwe rake û li mala xwe meske.

Ka ji samanlixe bifirin, kes tunne be, penciraya wan sîwax bike.

Xwedê malê di mezal da be. Şûnake, serê xwe rake û li bermalika xwe (Jina xwe) meske. Porê wê mîna herî biwîne û dengê we yî ji lowikî xwe bi çuk re, şîne dike bihihîze.

Kesî nedihisiband, rokê were, ew mala li hamparî gund îsiz bime. ji Alomanî mal şewitê ji Terziya Vahît here vê malê rasiman bîkşîne d i înternetê xe.

Ke digot rokê were, ez jî mîna çavên dardakirî, li wê ode bigerime. Li balîfan, li mardîyên pîna kirî mezkime. Di nav Hestirkan de bime me. xwîna min bimiçiqe.

Di wê de jî dengê kilamekê xwe bigihijîne min, bê;

Li baxê min bu zivistan,
Ey dilberê qa menale,
çilmisî bu bax û bostan.”
...

              


 
Malpera Kurdên Kirsehîrê © 2005
Design by Xalîkan