MEMÛRÊ DEWLETÊ

 

Li Gûndekî merivekî pir desteng hewû.
Tenê Beranekî wî yî çê hewû.
Bi pera berdida ser Mîyen xelkê û pê dewara xwe dikir. Di sêri da, serê mîyekê deh (10) lîra distan.

Dûre herku diçû heqê Beranê xwe zêde dikir. Ji Beranê wi pir Berxên çê diketin. Gundiyan seva wê deng nedikirin û pê razî bûn.

Lê, êdî zamanek hat.
Wî heqê beranê xwe pir zêdê kiribu, gundiyan hêdî nikarîbûn hewqes pere bidin. Ji ber vê, gundî çûn li dewletê gilî kirin.

Dewletê du vazifedarên xwe şandin. Baranê gundî, ji dest girtin. Du kes dan ber Berên ji bo ku wî xwedî bikin. Beran pir goşt girt, bi kêf bû. Dewletê Beranê çê, bê pera berdida ser Mîyên gundiyan û tu heq li wan nedistan.
Lêbelê vê carê, li dolê bêren berx çênebûn.

Rusipîyên gund li hev kom bun;
ka em çibikin, çi ne kin?
Paşê qerar dan û gotin:
Ka em ji xwedîyê Berên ê berê bipirsin.
Ka sebeba vê yekê çî ye?

Gundiyan yek şandin hendê xwediyê Berên.
Lê pirs kirin; sebeba vê yekê çi ye ?
Dewlet ewqas Berên rind xwedî dike. Lê, li dola vî berx çênabin. Sebeb çi ye?

Gundî got:
Divê ez herim beranê xwe biwînim.
Li wî bipirsim, ka sebeb çi ye.
Ez ê dûre ji we re biwêm.
Xwedîyê berên çû hinda Beranê xwe û lê nerî, ku berên pir goşt girtiye.

Vegerî hat, ji gundî ra got:
Hûn zanin Beranê min çi diwe?

Ew diwê: Ez bûme memûrê dewletê
û bi kefa dilê xwe me. Karê xwe, li gor kêf û zewqa xwe dikim.

 

Berhevkar: Yusuf Özden
                  
              


 
Malpera Kurdên Kirsehîrê © 2005
Design by Xalîkan