
Ji quncikê Yarenî û Heneke re dixwazim, malbateke me bi we bidim nasandin.
Malbata me, bi nên û xwarini namdarin. Li ser dinê çi heye çi tune ye, li cem wana nane. Mezinekî wana digot;Merî yê min, çalî minî êrde.
Malbateke me yê wikas yare nêne, Mezinekî wana; lavikê vî, bi hevalekî xwe ve şivan wûn. Ji cîranekî re , ji bo lavikê xwe gotî yê:
Î Malê Fateqirê yê qurnaze. Nanoyî min hay ji tu dera neyê. Lê, ji malbatên dor alî yên me, bi dîtina min malbata me ya, bi ilim û îrfan pir pêşta çûyî ji ew malbatayê.
Dizanim; Hun, bêne çima. Li herdê me tuxtir siftê ji wê malbatê biderketin. Ji wê malbatê yekî, li bulxir kelandinê ku çiqas dani xwarine nizanim, rivi ( bağırsak) yên xwe li hev piçikîne, nepiqiyê. Brayê mezin hatiyê mal, mêskiriyê , brayê bi çûk zik lê perçftiyê, ji ber êşê zik, nale nale.
Goti yê, 
Pê! çi bi vê we heyê. Rivi yên vî tiji ba bûyîne. Hûn, ji min re xençerekê wûnin. Xençerê digire, dide zikê birê ku bi ji ber derxwe. Li hun jî dizanin wê demê îlmê Tipê mîna huro pir pêşta neçûyî bû. Ji bo ku ew mêrxasa, bi tenê ketibû emelîyatê û ji ber kêmasîya, (Narkozatorî vî tune wû, vê demê li gunde me hê xwîn ji nekil nedikirin) Nexwaşê vî li masê mayî bû û çûyî wû ser heqî ya xwe. Min bibaxşînin bi gotineke din ling danayî bûn.
Herkesek dizane; ilimên pozîtîf ( erînî), wek matematîk fîzik û kimya yê her yekî bîrimên (men) wana hene.
Dirêji; metro, kilometro, cm, mm, Giranî; qram, kiloqram, Di fîzikê de om, wat bîrimên ilmîne.
Lê ; malbatê me; bîrimên wana yên ilmî jî ne bîrimên li civata me an jî li dinê têne zanînin. Min li jor jî got malbata me ya bi ilim û îrfên pêşta çûyî yê, bîrimên (men) wana jî îcatên wana ne elbetekî bi nên tarîf kirine.
Yek ji wê malbatê, li gund înşeeta çê dike. Ku bilindîya xarima ku çêke pirsdike; Dibê: Viqasî çalek ard bilind bikim, an jî vikasî çalnîvekî?
Va malbata ;baran barî dibên: Viqasî nanekê li herdê ket. Berf barî dibên: Viqasî du nana herd girt.
Xanî sivax kirin; dipirsin: Viqasî nanekê çamûrê tê bidim, vikasî du nana?
Hevalno; ma Kurdên me yên Qirşehîre qet xwe nepesinin. Bawer nakim, Kurdên Qirsehirê ji Kurdên Qonya yê pêşta çûyîbin. Li herde we, qet malbatine viqas bi îlim û îrfên pêşta çûyî hene, ji kerema xwe re ji min re binivsînin, ez jî pê xenê bivim.
www.kurdenkirsehire.com 2007

|