N. XOCA

HENEK

Bekir Darı

N. Xoca , berbangî dere rê dikewe ku ezane nimbeyasubê bixwîne.

Cîranê ku katekî di bin wîda rudinin, oxire xoca dibire û ji wî dipirsê:

Xoca, xoca tu fadî nakî ku weqes hengamê û şemate dikî, nehîli ku em bi kulfetê xwava rehet rakawinî?

Xoca dibeje: Cîrano tu bibori (Özür dilerim), xanimê min duh bi ewarî paltoyê min bi ser merdîganêda çengkir. Ew şemate ji bo webû...>>>


BIZIN !
Miçî Qate

HENEK


Miyê ji ser arxê avê da bazdaye û dûye
xwe yî helatîye. Bizin bi vê keniyê.....

Miyê gotîye: Tu bi çi dikenî!

Bizinê jî: Dûyê te helat, doya te xay bu !

Mîye jî ji nû va gotiye: Ê te yê herro xay dive. Tu here bi ê xwe bikene !

 

MALBATEKE  ME !

Mem Xalîkan


"...Ji quncikê Yarenî û Heneke re dixwazim, malbateke me bi we bidim nasandin.

Malbata me, bi nên û xwarini namdarin. Li ser dinê çi heye çi tune ye, li cem..>>>

"...Hevalno; ma Kurdên me yên Qirşehîre qet xwe nepesinin. Bawer nakim, Kurdên Qirsehirê ji Kurdên Qonya yê  pêşta çûyîbin. ...>>>


MEMÛRÊ DEWLETÊ  


Li Gûndekî merivekî pir desteng hewû.
Tenê Beranekî wî yî çê hewû.
Bi pera berdida ser Mîyen xelkê û pê dewara xwe dikir. Di sêri da, serê mîyekê deh (10) lîra distan.

Dûre herku diçû heqê Beranê xwe zêde dikir. Ji Beranê wi pir Berxên çê diketin. Gundiyan seva wê deng nedikirin û pê razî bûn.Lê, êdî zamanek hat.

Wî heqê beranê xwe pir zêdê kiribu, gundiyan hêdî nikarîbûn hewqes pere bidin. Ji ber vê, gundî çûn li dewletê gilî kirin....>>>


BEKTAŞKİ

Bektaşê Malê Herşid ê rehmeti, çend xûyên xê meşhor hewûn. Kar û kırınên Bêktêş helpekandi wûn û tewûn sebeba navlêkırınan. Yêk jı wana, Qoziyê Bektaşki wû. Qoziyên Bêktêş ê gır wûn, wi çar-pênc nan tedane serhev û tıkırın qozi.
Loma axtê ku kesek pır bırçi tewû û du-sê nan tedan serhev û tıkıre qozi, tıgotın, ”qoziyeki Bektaşki çêkır.” Yan ji yê bırçi tıgot, “ cıkê jı mın ra qoziki Bektaşki bıkın! ”
Şora Sapê Bektaşki ji, jı Bêktêş da maye.
Xelkê ku zevi tıçini şûva, sap tıkışand û tiani lı şûnê xermana tıêwrand û tıkıre qûç. Bektêş sapi xe ne tıkıre qûç, xelqeki tıêwrand. Wi saprêxıstın ne tızani, sap gi tıkıre xelqekê û duganê sêteji teda ser û tıhêrd.

Nivîsa Nûh Ateş




Nuh Ateş

Şukur, ji tere ya reb !
Bekir Darı


Mele, ji camîîyê diçûyê mal. Li kêlekê rê du karkêra nanêxweyî nîvro -aziqe wan, pîzav, nan û av tenê -, dixwarine.

Wextê ku Mele, di hêle wan re derbas dibe, xwerina wan xilas tibê û yêk ji wan destê xwê li ser devrûyê xwê çexdike û dibê:

- Şukur, ji tere ya reb !
Mele, li wan mêze dikê û dibê:

- Ji bo we, xwedê qed tiştên din - goşt, sebze... - nadê me !


Texvîm
Metin Dinç


Rokê Bakirî Xûçe banga Bûke xwe dike. Tewê:

- Lawik li kû ye ? Dîsa çû kêderê ?

Bûk Tewê;

- Çû Bazarê kêmasî yên me bîstîne... E Texvîmekê jî bîstîne…

Bakirî Xûçe jî bi bi şûr û bi qehîran lomo dike û Tewê:

-Dizanim dizanim…Tiştek qa biwe dike?
Her ro, kûrik kûflat hûn tarin ten yekê jê didirînin.


.....Çîstik

Xelkê axzê çolê ji yaranî ya pir hezdikin. Va ne hîro, berê da wenge. Du û se kes hatin ba hewudi e heman bi dest henek û yaranîya kin.

Gund nê me hene ji bo yarenî û heneka da nawdarin. Ji eşîra Oxçîyan gûnde Kunguş, ji Mifîkan Kanîkürik û Tawira, ji Şêxbilan jî Gêdera pir yara yarenîya ne. Me ji gûnde Kunguş nîmunek da. Niha jî Gêdarê di sirê da ye.

Nawe henekê me Mehmade Malê Meçe û Çîstik e. Rehma xwedê ma li ser be Ape Mehmad pirî yara yarenî ya wû (Em nizaninî kûrikê xwe jî wengin ?).>>>......................................................................dewamê bixwîne>>>





Ev
heneka Miçî Qate berhewkir. Miçî ji gûnde Kunguş e. Kungûş giredayî nawçê Çiçekê ye. Oxçî, ji yarenîya pir hezdikin. Ma deraw ne ve ji tiştekî din hezdikin. Na gereke em bahsa we bikin. Wi qasê beni: Henekê xwe pir li ser dizîyê ne!..

Terazî

Ro , du mêr ji gûndekî Oxçîyan, çûne gundekê din û dizîyê bikin. Bi dizeka Ketine bêxçe . Çi heye, çi tuneye li kêra xwe bar kirine. Hîn ji bêxçe derneketine, terazîyek li ber çawe wan ketiyê. Terazî li kêra xwe barkirine û derketine çune.

Xwedanê
bêxçe, bi tişte din ne, bi terazîye pir şewitiyê. Hêlekê , ke va diziya kiriyê tehmîn dikiriyê.
Du û se ro bi sûnda xwedanê bêxçe çûye bajêr. Le wir raste xortekî ji Oxçîya hatîyê.
Ji xortî terazîya xwe pirs kirîye:

- Li, lo... We her tiştekî min dizî û bi wi xera
bir. Hûn çima terazîya min jî didizin?

Xort
gotîye:

- Êe.. Xalo.. Me terazî bi xwe ra newira hînge me ew tişta bi çi parva bikira?

              


 
Malpera Kurdên Kirsehîrê © 2005
Design by Xalîkan