Çîstik


Xelkê axzê çolê ji yaranî ya pir hezdikin. Va ne hîro, berê da wenge. Du û se kes hatin ba hewudi e heman bi dest henek û yaranîya kin.

Gund nê me hene ji bo yarenî û heneka da nawdarin. Ji eşîra Oxçîyan gûnde Kunguş, ji Mifîkan Kanîkürik û Tawira, ji Şêxbilan jî Gêdera pir yara yarenîya ne. Me ji gûnde Kunguş nîmunek da. Niha jî Gêdarê di sirê da ye.

Nawe henekê me Mehmade Malê Meçe û Çîstik e. Rehma xwedê ma li ser be Ape Mehmad pirî yara yarenî ya wû (Em nizaninî kûrikê xwe jî wengin ?).

E ji Gêderê bi Çevirme ra bên çîstik. Va ji ku te emê nizaninî. A ku em dizaninî hetanî niha me ji Çevirme kî naskir, gî yê ji xwe xwaşin û her kincê kê li xwe nakin. Belkî jî ji vir te. Kî dizana ?

Va heneka ji me ra Mîre Gêdara MeM berhewkir. Ji wî ra jî silaven germ bîrnakinî ku ma henek ne din ji me ra bişîne.

Mehmade Malê Meçe û Çîstik

Siwe, saet şeş nîwin.

Mînîbisê gûndî Gêdara li ser koprî ye çav dike.

E ku herin bajêr penêr, rûn birfoşin, pazara xwe bikinê lê niştine.

De vere Mehmade Malê Meçe hîn tune.

Xudanî mînîbise Eptilê Betêl du û se cara pela tûtge na.

Dîsa kes tune. Çe xa Salî Malê Kine bu.

-Lo, Va li kuderê ma dîsa ? Em dereng mayînî.

Salî Malê Kine mûriz li xwe tehl kir û got:

- Nizam kî !

Wê Mehmadê jî şûnekin yêrmîşbin. Mehmade ro ke ber Betel teme kir ku: "Eman wê min merin bajêr, Eze paşe çîna derxim."

Eptilê Betêl ji mînîbise de hat. Wi kurikêkî ra got:

- De here lo, bana apê Mehmade ke, ma zu vere. Wê ra jî bê kî, du deqa da hat-nat ê ku çaw nekine, yêrmîşbine.

Lawik bazî çu mala Mehmade. Mezekir ku kes tune. Li êxûr mezekir ape Mehmad di hundir da ye Pez yêm dike.

-Apî Mehmad de zu ke. Mînîbisê te çav dike. Hundirê du deqada ne hatî xerê ê ku yêrmîşbine.

- Lo çi dikî barabar. Here Betêl ra be ezî hemen te me.

Je wê şore şûnda merasê xwe bi ecelekê pe kir. Bi kince xwe lê weng buwazî çu mînîbise. Tim li şoformehalî rutenişt. We care jî li wir runişt.

Hîn ku yêrmîş newûne Hesikê Momikê Gare meze kir ku Memadê kince kilerê lê ne. Ne sekinî pirs kir.

- Mehmad tü pa va kincana va herî bajêr ?

Mehmad teme li ji va derna ne wu, dîsa jî bersiva Momike da.

- Erê. Çir bîye ? qeîden hene ku bi kince kilêr ne ne çuyini bajêr ?

- Na canim, tu keîde tunen ca tiştekê din he ye

- Cîye ew ?

- E mêk li ser Çevîrmê da herinî bajêr. Çîstikê te paşe bi kince kilêr büwinin. Min xwast ku hunim bîra te.

Mehmadê şora çîstik bîst kêta telasekî. Çe xa Eptilê Betêl bu.

- Hekat, e mê ser Çevirmê da herinî bajêr. Çîstik ma min weng ne wünin. Eman ! min du deqê din çavkin ku ez kincên din li xekim. Ma çîstik jî ne wüzin ha …

                  
              


 
Malpera Kurdên Kirsehîrê © 2005
Design by Xalîkan