Destî çape da: Ez İbrahîm Tunç, Dayka min Almas Tunç û Xaltîya min Zehra Anezoğlu
Xoltê Zöre, de ka were em bi te re li ser Gundî me tenikî dengkinî. Tu ya bizanî gundî me ji kû de hatina vira ?
Mezinên me bahs dikirin. Gor gotinên wan, Em ji Ediyamanê ji Meletê û ji Ayintabê hatine çole.
Çima kesek li gund nema, barkirin çûn ?
Wola… Ji 1975 an virda gund balo bû. Gundî me bi zavîya, bi pez û manga re qezenca xwe dikirin. Her malekê duûset (200) dönim erdê xwe hevûn. Kurik jî pirr vûn. Berê malek bû. Wü zemanî bûn sê mal. Kilfat zêde vû. Kurik bi hewudira zewîcîn. Terla pê nekir. Zevîya jî tu pere nekir. Millet mencmur ma ku bara bajêr kin. Hena mala xwe heynan çûn bajaran.
Mîna ma min yanî.
Bi ken… Erê erê mîna me te…
Çuna kûjan bajarî ?
Hano bar kir çûn Samulê, hen jî Yerkoyê, hinek jî çûn Enqerê, ê ku çun İzmîr û Bursayê jî hene. Gund weng bi tenê wê kes ma.
Lavo bajarna çir dikin ? Çi işi dikin li ku dişûxlin?
Ê ku çûne Samulê ketin temîrxana. Ê li Enqerê pirê şoforlixê dikin. Ê Bursayê jî bûn merangoz. Biskine ez ji te ra tiştekî bêm.
Bê… bê… ez gûh tedime ser te.
Mektev a gundî me, li 1968 an vebû. Lê hîn jev navu bu, mehlîm hate gund. Êêê… mektev tunne. Wê demê çend malên gund kirin mektev. Paşe, mektev hazir bû kû, em xelas bûnî je vî derdî. Kenî. Niha jî mektev girtin. Nizanim, ji bo çi wünge vekirin.
Xoltê, gundî me çima di korte da ye?
Berê, di Dest bav û kalên me de, tenê Pez hevûne. Ma pirr sar neba dêyîn, ketina kortan.
Va bersiva jî pir qût bu ha !
Ez bê me çi niha ! biskine ez ji tera henekê ke ben em tenikî bikeninî
Wole bê !
Mamadî me li çole li ber pez bîye. Wünge şivane gund e. Li gund jî boranakê borîye ku çav çava nawîne. Gûnd di bin lê de mayê. Xelk gî katîye dû berx û pezên xe. Çowisî Gar jî çuyê bo Hecî Xelîl. Hecî Xelîl li ber mole runiştîyê li baranê mezdike. Çowiş ji dur ve gotîye:
“ Lo… Mal xiravo tu çi runiştî le vir, rove em herin çole. Lowike ta bi tane li ber peze.
Hecî Xelîl: “ Lo tu ku Löwik çirakî ! Ji kar e xeberê bide. Kar çirbû, kar…”
Malpera Kurdên Kirsehîrê © |