ANATOMIYA GUNDEKÎ ME: QIŞLE/TERZİYANLI/BÜYÜKKIŞLA
Hevpeyvîn: Vahit Duran

Naw:Qişle

Eşîr: Mifîkan

Nawçe:
Boztepe

Hejmarê Mala:
130

Ji nawende dûrbûn:
24 km.

Malwat:
Momonçko, Sisîka, Bekira, Qûrîya, Qûrmam, Çelika, Zeman, Sûrî

Nawe kanî û bîran:
Bîra Kete, Bîra Hesê, Bîra Ber camîyê, Bira Qedirî Male Ole. Bîre Ute

Gundên li Dor:
Li hela başûrê Pizbenika, li bakûr Kanîyakürik, li rojhelatê Kûlik.

Mamoste Hemîd niha derketîye Teqawüte. Li Enqerê rudine. Sîyasetmedare. Me îsal qala gundê me kir. Bi kêf bixwînin.




Vahîdê Memkî Hesî Mihe bi Hemidî Malê Basanê

Birêz mamoste Hemîd, em ji gûndê hew in. Dixwazim wi tera qala gûndê me bikim. Me hîn dest pê nekiriyê. Ma xwandewanê me te nasbikin. Hamid Dede ki ye, çi karî dike, li kû hatiyê dine?
Ezî li sala 1949 da li gûndê – Qisle (terzîya) hatime dinê. Ji malê Dadê me. Tû jî bizanî, Mala Dadê Momonçk in. Nebiye (torine) Hesî Reş'im. Min dest pê mektewa yekemîn li sala 1958 kir. Paşe ketime “Mimar Sinan İlköğretmen okulu”yê û li wir min mamostetî xelaskir. Salakê li gûndî Hîrfanli şixûlîm. Ji wê bi şûnda nêske deh sala li Pizbenika (Tosunburnu) û li gûndê me min mamostîyê kir. Hêlê mamostetiyê jî min ji der da va fakulte tewa kir. Çend sala li nawenda Edenê û Karataşê mam. Niha ji derketime teqawûtê.

Dizanim! Niha li Enqerê rûtenî. Em werinî qala gûndî me. Kal û pîre me kînge hatine vê gazê û bi cî bûne?
Kal û pîre me navbera 1820 û 1826 an da şûna hîro bi cî bûne. Va cîwarina berê da nasdikirine. Çend cara jî çûne şûna xwe berê dîsa wegerîne hatine. Ê berê extêk qala we dikirin, digotin em ji hela Ediyamanê û Meletîye hatinî. Sifte derê re ketine çûne axzê Surîyê. Alîyê Sûrîyê çiqas man e ezî we nizanime. Lê li wir pir nemane. Dîsa koçberbûne hatinê Edene-Osmanîyê. Ji wir da çîyên Toros'e bi meşaqetîyeke mezin derbaskirine, wegerîne û hatine axzê çolê.

Oskî Eyşe qala koçberiye kiri wû. Çend sala kal û pîre me di kona da mane. Paşe qirarê dana qu li şunê gûnd bi cî bin...
Erê, erê rast e. Min jî çend kesa bîsti wû. Demekê di konada mane. Paşe li gazê me malê çekirine.

Ê ku berî siftê li gûnd mal çekirinî kî ne, ji kîjan qebîla ne?
Ke sifte mal çekiriyê we pir nizanime. Mezinê me digotin ji Momonçka Mala Dadê û Mala Milî Îbrem qirarê xwe didin ku malan çêkin. Wana siftê dest pê kiriye.

Me şor ji we jew kir tenikî li ser ve bimenî. Li gûndî me çend qebile hene, te wana bemcirî?
Bi sire dixwazî xare heman ji tera bêmcirim. “Momonçko” min gotuwû. Sisîka (qebila we ye). Paşe Bekira, Qûrîya, Qûrmam, Celîka, Zeman û Sûrî ne.

Berê navê gûndê me bi Tirkî Terzîyanli, bi kurmancî jî Kişle wû. Tewên va nawa ji Ermenîya maye. Tu jî dizanî Reşîyan ji bîst û yek eşîra mevcut in. Ji wan eşîra jî navê yekê Tarzîyanli ye. Dîrokzanzanê Ewrûpî. E. M. Noel ji qala vê dike. Fikra te çi ye, heqat va nava ji ku te?
Niha bîr meke emê Mifkî ne. Mifkî giredayî Reşiya ne. Yanî em ji eşîra Reşiya nê. Navê Terzîyanli ji ku te ez jî qatî nizanim. Hîn kûrik bûm navê gund resmî Terzîyanli wû. Jur gund goristanek (mezel) heye. Kevirê wan hîn disekinin. Em hîro dizanin ku dema berê şûna gundê me da Ermeni bi cî bûne.
Mezine me digotin va bîra ji Ermanîya da maye. Dîsa mezine me navbera xwe da digotin Qişle. Paşê dewletê got va nava navê Ermenîya ye, çex kir, kire Taşlıtepe. Panzdeh sala ber vê, herhal bi wî navî ji kewil nawûn, kirin Büyükkışla. Niha navê gundê me bi Tirkî Büyükkışla ye.

Erê erê mezine me digotin Qişle. Rind tê xatirê min. Jinka apkî min Ehmo!
Erê. Elikê Rawikê Çolo...

Ma rahmê xwudê li ser be. Rawikê Çolo denkirina xwe da bi gûndî me ra tim digot Qişle.
Rast e! Rawikê Çolo jê ji gundî me ye. Ji malwatê te ji Siska ye. Dutmama Kalî te ye.

Emê'k qala we jî bikinî. Kûlik û Kanîyêkurik ji gûndî me weqetîne. Sebabe wê çi ye?
Gûndê me li hemberê gazekê çêbû ye. Demekê bîr û kanîyê gund miçiqîne. Aw tunewûye. Wunge qerara xwe dane û çûne şûna xwe hîro, li wir malne din çekirine.

Kîjan tarîxê weqetîne we dizanî?
Bi rasatîyê ez tarîxê nizanim. Bi hesawî min sala 1890a.

Me behsa Rawikê Çolo jî kir. Ji we bi şûnda zemanî te li gundî me kî hewû qu nawdar û bi şohret wûn?
Ê ku ten bîra min ez ji te ra bemcirim. Va şexsîyatana xwandevan û ronakbir wûn. Mesela Mehmî Hec Xelîl, Elî Mihê (Kalê pismamê te Elî Duran e), Hesî Mihê (Kale te, li Qeyserîyê medresê Erebî û Osmanî hewisîyê. Demekê Melê gund wû.) Husinê Hecî Heme, Xocê Milê İbrêm, (ji mala Milî Îbrem. Demeka dirêj xoce wû, mûmina li paş wî nimê dikirin). Mexmî Malê Dade (Kara Memed qû mixtare gund wu, extêq terle belaw dikirin ew mixtarê gûnd wû). Selmanê Hecîyê Omê, Qedîre Ole, Hemkî Daqê, Oske Eyşe û hwd., hewûn.



Qadirê Aşê Ole

Te gî navên mêra hemcirîn. Tu jin tune wûn?
Qutekê bisekine. Ezî werime jina jî. Jin tunewûn tewe? Çi jin hewûn û çi jin. Rehma xwadê gî ma li ser wan be! Gûla Esşê Emikê, Eşqola Milî İbrêm, Ela Ose, Fatê Ûviş, Besikê Hûsî Mihê, Fate Ela Kelê, Fatê Milo, Fatê Kilo (Hekîme Didana wû- didanê me we gî dikişandin), Besa Bektêş (anika min e), Fate Osî Solak, Fata Husê.
Wayê rind wû. Me navê kal û pîrê xwe vê demê da anî ziman. Xwade rehma xwe lê bike!

Ez niha dixwazim tiştekî din pirskim. Navê kanî û bîra li gund çiwûn?
Niha li gûndî me pênc Bîr hene (hewûn). Nava ji birangî xwera bêm.
Bîra Kate, Bîra Hesê, Bîra ber camîyê, Bira Qedirî Malê Ole, Bîra Ute (wa ye li nawbera pizbenika û gûndî me ye).

Va bîrana ke çêkirine?

Sifte Bîrâ Katê: Avê gund ji wê bîrê te. Sala 1963e dewlete 130 metro sondaj avita vira û bin herdê da av derxist. Va ava bi pompê te jur gund ji wir da belaw malan te. Tewên Osmanê Bekir va Bîra daye çêkirin. Wekî din… Min gawa dinî qala bîra ji Ermenîyan da mayî kir. Bîra Qadirê Ole te ji nêv da bizane rehmetli Qedirî Ole koli.

Kanî, navê kaniya?.

Tenikî bisekine ku ez cixalekê bikşinim. Te ez heynam sintaqe…. Li jûr gund ku gundê me terekê xwe bi av didin Kanîya Besê heye. Paşe Kanîya Holke.

Kaniyê Besê? Besê ji malwata we ye.

Erê. Besê jina kalê min Mexmî Hec Xelîl e. Navê xwe Besa Bektêş e.

Gundî me bi pirî bi kujan gundî va alaqa xwe hewû?
Li dor gundî me va gûndana hene: Kanikurik, Kulik, Çîmelî, Şayîplî, Pizbenika. Bi va gundana va bi pirî alaqa me heye. Nawça me Boztepe ye. Berê Boztepe gundekî biçûk wû û Yorik lê rûtenin. Çend sala ber vê bû nawçe.

Mamostê Hemîd! Min îsal bîst. Axzê Çole bi pirî xwandevan ji gûndî me derdikevin. Va ji kuderê te?
Em tehmîn dikinî ku xwandevanên gundî me pir in. Nezikê dehe kurik 1950a li Çimelî, Kanîkurik û Çewirme çûn mektewê.

Te bîra te wana kîwûn?

Ê ku li Çimelî xwandin: Mehmî Malê Dadê (Mehmet Dede), Hawşerê Male Hesî Osmên (Havşer Zaman), Bekir Kurt, Ahmet Kurt, Dawudê Male Hecî Ome (Davut Salman).
Vana jî li Kanîkürik xwandin: Mehmet Kurt, Îbrame Mala Bekir (İbrahim Şahin), Hesenê Mala Bekir (Hasan Şahin), Mehmet Ardıç, Çoçe Mala Hesê Mihe (Bayram Duran)

Mektew li gûnd kîngê jew bû?

Paşê sala 1958'a mektew li gûndî me jew bû. Va şagirtana jî (telebe) naqîla xwe heynana gund. Du sala da mektew xelaskirn. Min jî bi kurike din va wê sale dest bi mektewê kir.

Birêz Mamoste Hamîd, dixwazî em sohbeta xwe li vir bibirinî. Şalê emê paşê berdewam bikin. Ji bo dengkirina te xweş, em ji te ra spas dikin. Xwadê ji te razî be.

Ez spas dikim. Ma xwadê ji we jî razî be.

 

 
             
Malpera Kurdên Kirsehîrê © 2005
Design by Xalîkan