Nav: OTKO/Araplı/Yenidoğanlı
Eşir: Mifîkan
Nawçe: Boztepe
Otko /Araplı'dan bir görünüm.
Malwat: Mala Kose, Mala Meçe, Mala Xoce, Kûrşîno, Mala Bite, Mala Şindê,
Mala Kêdler, Mala Tûleka,
Mala Kosê:
Malawata engê mezine. Siftê va malwata li şûna gûnd ci bûyê. Niha ji va
malanda te naskirin. Mala Ebdilî Elî Milkê, Mala Memî
Şarê, Mala Hecî Kinê, Mala Betalî Kelêş,
Mala Meçe:
Tewên em Çelikîne. Ji dora İslahîye
hatine û li gind cî bûne. Mala Koroyê Hopê,
Mala Xalî Etê, Mala Hopoyê Etê, Mala Zetkê Zangê,
Mala Şekirê Zangê, Mala Şakirê Goro, Mala
Xalî Heco
Mala Xocê:
Mala Elî Molkê, Mala Elî Osmên,
Mala Hesenî Aloskê, Mala Elî Seydê.
Kirşûno :
Mala Memî Qêdir, Mala Hecî Şîxê,
Mala Üçler, Mala Osî Done.
Mala Bite:
Mala Şîxê Milî Îbiş,
Mala Çolêyî Batê.
Hawêt:
Mala Elî Mirce, (Hecikê Elî Mircê, Mala
Hecikê Sirmali, Mala Hûsinî Elî Mircê) Mala
Hecî Velî.
Mala Şindê (koyûncî):
Tewên va malwata ji
gundî Sira (Uzunpınar) hatîye û li Otko cî buye.
Mala Çoloyê Ehmedî Şindê, Mala Heciyê
Ehmedî Şindê, Mala Mistikê Ehmedî Şindê
Mala Kêdler:
Va Malwata sifte ji Golîyê barkirîye
çuye Şefaatliyê (yozgat). Paşê ji vergerîne
hatine gûnd. Mala Gazî Kêdler, Mala Hûsikê
Mome, Mala Ehmedî Kêdler, Mala Elîyê Kedlerê.
Mala Tûleka:
Va her se birana di sala 1950
yê ji dora Qemane (kaman) ê barkirin û hatin gund
cî bûne. Mala Îxsanê Tûleka, Mala Hesenê Tûleka,
Mala Şabenê Tûleka
Çend Şexsîyeten Nawdar:
Koroyê Hopê (Cevdet
Kara): Şexsîyetekî nawdar wû. We alîyê
gerek gî nasbikin. Bîstûheft sala li gûnd mixtarî
kir. Meselêk bi hûkumetê derket xerê ew tim tê diqarşî.
Xwandin û niwîsandina xwe pir baş bû. Îsmet Înönü
dixwast gund ji cem kombînê raka. Wî nîhilişt.
Ebdlê Elî Milkê: Ew jî şexsîyetekî nawdar
wû. Çend Sala mixtarê gund wû. Li nawenda Kirşehîre
bi tîcaretê mişûl te wu. Xocî Mala Hecî Haskê:
Ji bo alî dîn şexsîyetî mezin wû. Kesî şûnedikir
ave li dest bike. Di medresa Xocî Sor –Çewîrme- xwandîye
û îlme xwe li wir hewîsîye.
Nawên Dor û Ber Gûnd:
Gawrê Sipî
Kara Delî
Hawşê Hope
Tilkê Elî Milke
Paşê Çole
Mektew:
Berî sifte mektew tunewû. Kurikên gûnd diçûne Çewirmê.
Hîro ê qû salê xwe hatine heftîyê diçûne wî gûndî
û bixwünin. Zemanê berê li wî gûndî medrese jî hewûyê.
Li wir tirkî xwandin û niwîsandin hewisine. Paşe
sala 1942 li hemberî gûnd Cîftlix çewû. Odek kirin
mektew. Kurik diçun li wê hodê ku bixwûnin.
Camî:
Hetanî Sala 1951-1952`e camî li gund tunewû. Li hoda malwate ku durimê
xwe rind wun nimê dikirin. Rokê îne(Cuma), li îde
û nimê terawîhe diçûn Boztepe. Camî 1952 `yanda çebû.
Mixtarê gûnd wünge Ebdilî Elî Milkê’ wu. Rehme xwûde
ma li ser wü be ku ji bo we pir zehmetî kişand.
|